3:47:14 PM
RojavaNews:Barzan Hisên ji RojavaNews re ragihand Ez di 13/5/2017 li Rimêlanê Rimêlanê hatim girtin ji aliyê çekdarên PYD ê ve, deh rojan ez li rimêlanê mam, paşwê hatim veguhastin ji bo bajarê Dêrikê û du (meh) û (nîvê) di zindana wê de mam.
Piştre hatim veguhastin ji bo zindan a Navkurê li bajarê Qamişlo, piştî wê careke din hatin veguhastin ji bo zindana Elaya li heman bajarî.
Ez gelekî kêfxweş im bi dîtina kesûkarên xwe û ez psasiya pêşwaziya partiya xwe PDK-Sê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî û xelkê bejarê Girgê Legê dikim, li ezê bêhtir kêfxweşbama eger havalên min ên din weke Salih Cemîl, Ebdulrehman Seydê, Cinêd Seyd Mecîd, Şiyar Omer û Alan Selîm jî serbast hetibana berdan.
Hêvî dikim ku nêzîk PYD ê ji kiryarên xwe vegere û zindanên xwe ji siyasetmedar û çalakvanan vala bike nemaze ku Kurdistan di reşeke hestyar re derbas dibe.
Li domahiyê wî hêviya parastina mafên rojnamevanan ji ber ku go rojnamevan dengê gelan in.
