Nerazîbûnên li himber darvekirina Saman didomin

Nerazîbûnên li himber darvekirina Saman didomin

 

Rojava News: Bi armanca rawestandina cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm, federasyona girtiyên siyasî ya Kurdistanê li ser asta navneteweyî di nava hewldanan de ye. Beşa Ewrûpa ya federasyona girtiyên siyasî ligel parlamentoya Almanya jî ket nava peywendiyan. Parlamenterekî Almanî jî daxwaza hilweşandina cezayê Saman Nesîm dike.

 

Parlamenterê Partiya Çep a Almanya Olla Pelpke nameyek ji balyozê Îranê yê li Almanya re şand û daxwaz ji Îranê kir ku cezayê Saman Nesîm hilweşîne.

 

Di wê nameyê de wiha tê gotin: “Ez bang li dezgehên berpirsyar ên Îranê dikim ku cezayê darvekirinê yê Saman Nesîm rawestînin. Bi dîtina min li her welatekî ku cezayê darvekirinê were cîbicîkirin, ev yek li dijî prensîbên mafê mirovane. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan timî diyalog rêya herî başe.”

 

Saman Nesîm di temenê 17 saliyê de ji ber sûcê dijbertiya Xweda û endamê partiyekî kurdî, sala 2011’an ji aliyê hêzên asayîşa Îranê ve hat girtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn.

 

Saman Nesîm berî niha di nameyekê de wiha gotibû: “Di dema girtinê de destûr nehatiye dayîn ku parêzerê min hebe. Demek dirêj bi qeçaxî hatiye hilawistin û gelek caran rastî îşkenceyê hatiye.”