8:30:01 PM
RojavaNews:Duh roja Şemiyê 11/11/2017an, Omer Mîranî nûnerê Partî Dimoqrat a Kurdistan li Enqerê serdana ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-Sê li Hewlêrê kir.
Mîranî hate ji aliyê birêz Serhan Hesen berpirsê ofîsa PDK-Sê ya Hewlêrê, hate pêşwazîkirin, û ew li ser hin mijaran axivîn ,û bi taybet rewşa Kurdistanê ya hestyar ku li ser rewşa wê gelek nakokî hene.
Serhan Hesen kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê yên çewt û êrîşa çekdarên PYDê bi ser hola kongireya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişlo ku bi çakan hatibû kirin, şermezar kir, û wî da xuyakirin ku ew kiryar xizmeta gelê Kurd nakin.
Mîranî li ser rola PDK-Sê ya girîng li ser asta Kurdistan û cihanê tekezî kir û hîviya parastina yekrêziya tevgera kurdî kir.
