5:33:27 PM
RojavaNews: Duh roja Yekşemê, milîsên Nibul û Zehrayê yên ser bi rêjîma Sûriyê ve, rêbendên gerok li ser riya Efrîn û Helebê dirust kirin û 15 basên veguhistinê rawestandin, û pereyên sivîlan bi darê zorê ji wan standin.
Jêderekê taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: “Milîsên Nibul û Zehrayê yên ser bi rêjîma Sûriyê ve duh Yekşemê, rêbendên gerok li ser riya Efrîn û Helebê dirust kiribûn, û pişt re hemî basên veguhestinê li ser wê riyê rawestandin û bi darê zorê pere û kelûpelên wan desteser kirin û bi taybetî nasname û kaxezên wan di bin gefan de ji wan standin.”
Jêderê got, kesên ku hatine rawestandin li ser riya Efrîn û Helebê ji aliyê milîsan ve, ti sedem jê re nîne, û ji aliyê nişteciyên Efrînê ve bûye cihê metirsiyên giran û di bin behaneyên nerast de çîrokan,mîna qedexekirina basên Nibul û Zehrayê, rakirina tabloyên basan û birina rêjeya baceyên basan çêdikin.
Heman jêderê got, otombîla endamê serkirdeyê berê yê Partiya Demorat a Kurd li Sûriyê (Partî), Ehmed Şeibo, ji berî demekê ji aliyê milîsan ve hatibû desteserkirin, û otomobîla wî li ser rêbendên gerok ji xwe re bi kar tînan.
Qadî
