Grûpên islamî gundine Efrînê topbaran dikin
Grûpên islamî gundine Efrînê topbaran dikin

Grûpên islamî gundine Efrînê topbaran dikin

12:23:43 PM


RojavaNews: Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve, duh Duşemê bi topên giran êrîşa xwe li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve  li Herêma Efrînê dûbare kir.


Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên  grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê  ve bi çekên giran gundê Qestel Cindo yê ser bi devera Şera li  Herêma Efrînê  topbaran dûbare kirin."


Heman jêderê got: "Girê Banî yê ser bi devera Cindirêsê  bi çekên giran dûbare hatiye armanckirin, û çekdarên  YPGê bersiva  wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin.”


Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî  topbaranan tên  û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.

Herwha, bi sedema topbaranê, nişteciyên wan deveran metirsî û nerazîbûnên xwe dabûn xûyakirin, ku divê herdu aliyên şer topbaranên xwe rawestînin da ku xwediyên darên zeytûnan karibin darên xwe bi aramî biçinin.

 
Qadî