Telal Silo ji HSDê cudabû û derbasî Tirkiyê bû
Telal Silo ji HSDê cudabû û derbasî Tirkiyê bû

Telal Silo ji HSDê cudabû û derbasî Tirkiyê bû

7:39:07 PM

RojavaNews:Çavkaniyên opozisyona sûrî ragihandin ku Telal Silo bi rêya istixbaratên tirkî derbasî Tirkiyê bûye.

Hinek çavkaniyên serbazî yên ser bi Artêşa Azad, li bakurê Helebê ragihandin ku istixbaratên tirkî berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Telal Silo veguhastin Tirkiyê.

Beşek ji medyaya ser bi opozisyonê nîşanê bi wê yekê dide ku îro Çarşemê Telal Silo, bi alîkariya istixbaratên tirkî ji HSDê cuda bû û derbasî navçeyên Mertala Feratê bû û piştre derbasî Tirkiyê bû.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta tirkî behsa vê yekê nekiriye.

Heman çavkanî dibêjin ku piştî cudabûna Silo, HSDê Rêdûr Xelîl weke berdevkê HSDê û berpirsê pêwendiyên giştî destnîan kir.

Telal Silo, bi regez turkmenî ye, ji bajarokê Elraî yê li bakurê Helebê, jidayik bû û fermandeyê Lîwaya Elselacîqe bû, ku berî 4 salan bi alîkariya Tirkiyê hate damezrandin. Lê piştî ku alîkarî bi hêza wî re kêm bûn, ew jê cuda bû û tevlî hêza bi navê (Ceyşul Suwwar) bû, piştre jî, Cotmeha 2015an tevlî HSDê bû.