1:47:03 PM
RojavaNews: Ebdulrehman Apo, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriya (PDK-S)ê ye. Bêhtir ji carekê li ser destê hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hatiye girtin.
Ji aliyê asayişa desthilata de fakto ve, gelek tometên bêserûbin arasteyî vî xebatkarê kurd hatine kirin. Di vî warî de jî desthilata PYD gelek kelem û astengî jê re dirust kirine, ku wî jî her bi serbilindî li ber xwe daye.
Gelek çavdêrên siyasî pirsekê dikin, ku gelo çi sedem e ku xebatkarekî weke Ebdulrehman Apo, ku dijberiya rejîma sûrî dike lê li ser destê PYDê tê girtin? Bersiv jî ew e ku kesên li dijî rejîma sûrî bin, ji aliyê desthilata de fakto ya PYDê ve astengiyan dibîbin û rêgirî li ber kar û xebata wan tê kirin.
04ê Adara 2016an Asayişa PYDê li bajarê Efrînê, êrîşeke giran bire ser mala Ebdulrehman Apo û ew destgîr kir, piştre ew bire cihekî nediyar. Lê 21ê Tîrmeha 2016an Ebdulrehman Apo serbest hate berdan.
12ê Tîrmeha 2017an jî, dîsa asayişa PYDê girte ser mala Apo û careke din asayişê ew destgîr kir û heta niha jî li girtîgehên vê desthilatê ye.
Malbata Apo behsa wê yekê jî dikin ku rewşa wî ya tendirustî xirab e.
Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, desthilata de fakto ya PYDê hejmarek ji tometan arasteyî Ebdulrehman Apo kirine, Ji wan tometan jî:
Çalakiyên nerewa ku di bin navê siyasetê de dike.
Gotegot û fitneyan dirust dike.
Ew Rêveberiya Xweser bi sîxuriyê ji hikûmeta sûrî re tometbar dike.
Sivikirinê bi xwîna şehîdan dike.
Helwestên wî li dijî Şoreşa Rojava ne.
Li gorî çavdêr û şirovekarên siyasî, ev awayê tometbarkirinê hevşêweyî to9metkirinên rejîma sûrî ne, ku bi heman awayî dijberên xwe tometbar dike û tîne ber dadgehên nerewa û wan siza dike.
Niha Ebdulrehma Apo tevî rewşa xwe ya tendirustî ya zehmet, di zindaneke tekane de ye û di demekê de ku çekdarên ser bi hêzên opozisyonê herwiha çekdarên DAIŞê ji aliyê desthilata de fakto ve serbest têne berdan, lê xebatkarên kurd ên weke Ebdulrehman Apo di zindanên PYDê de dimînin.
Malbata Ebdulrehman Apo, herwiha havalên wî û rêxistinên mafên mirovan û Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye daxwaza serbestberdana Ebdulrehman Apo dikin û dengê xwe digihînin hemû aliyên pêwendîdar ku êdî divê astengkirina karên siyasî û sivîl bidawî bê û kesên siyasetmedar ên kurd ji zindanên desthilata de fakto serbest bêne berdan
