2:32:21 PM
RojavaNews: Grûpên islamî li derdora sînorê herêma Efrînê, duh Çarşemê bi topên giran êrîşên xwe yên rojane li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve li Herêma Efrînê dûbare kirin.
Jêderekê taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên grûpên islamî yên li derdora Herêma Efrînê bi çekên giran û hewinan gundê Merenazê û Eyn Deqnê yên ser bi Herêma Efrînê ve topbaran kirin, û gelek ziyanên madî gihane milk û malên nişteciyên wê deverê."
Heman jêderê got: "Girê Başûr û Girê Baflorê yên ser bi devera Cindirêsê bi çekên giran hatine armanckirin, û çekdarên YPGê bersiva wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanên madî û ziyanên din di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin."
Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî û hêzên Tirkiyê ve rastî topbaranan tên û bi taybetî yên li nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin û divê sînorek ji bo van topbaranên dûbare were danîn.
Qadî
