Hevbendiya Niştimanî beşdariyê di hilbijartinan de dike
Hevbendiya Niştimanî beşdariyê di hilbijartinan de dike

Hevbendiya Niştimanî beşdariyê di hilbijartinan de dike

6:00:24 AM

RojavaNews :Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê beşdariya xwe di hilbijartinên PYDê yên şaredariyan de ragihand.

Roja Yekşemê, 19ê Mijdara 2017an, Hevbendiya Niştimaniya Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê, di kongreyeke rojnamevanî de, beşdariya xwe di hilbijartinên PYDê yên şaredariyan de, li navenda xwe ya li Qamişlo ragihand.

Di lêdwaneke teybet de, Endamê Komîteya Hilbijartinên Hevbendiyê Hewas Delî, ji RojavaNews re got:” Pêwîste hemî pêkhate ȗ aliyên siyasî, di van hilbijartinan de beşdar bibin, wek destnîşanekê bi Encumena Niştimanî ya Kurdî kir. “

Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê got ku wê di hilbijartinan de bi yek lîsteyê beşdar bibe.