Binkeyên YPGê ketine ber lêdanên topxaneya Tirkiyê
Binkeyên YPGê ketine ber lêdanên topxaneya Tirkiyê

Binkeyên YPGê ketine ber lêdanên topxaneya Tirkiyê

6:08:31 PM

RojavaNews:Jêdereke xwecihî ji başûrê Herêma Efrînê ragihand ku binkeyên Yekîneyên Parastina Gel YPGê bûne armanca lêdanên topxaneya artêşa Tirkiyê, ji aliyê bajarê Daret Izze ve.

Çavkaniya ji başûrê Efrînê got ku heta niha encamên wê lêdanê nehatine naskirin.

Li gorî zanyariyên vê çavkaniyê, topxaneya artêşa Tirkiyê ji bereya Daret Izze binkeyên YPGê dane ber lêdanên topên xwe. Herwiha got ku ev lêdan weke karvedanekê bû ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, derbarê topbaranên ku ji aliyê hêzên YPG ve bi ser navçeya Basofan de, li gundewarên rojavayê Helebê, pêk hatine.