11:34:09 PM
RojavaNews :Li Kongireya Riyad-2 li Siûdiyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê beşdar bû.
Çavkaniyekê ragihand ku serokê ENKSê, Ibrahîm Biro got: "Me ji serperiştiyarên Kongireya Riyadê xwest ku Sûriye bibe welatekî Federal."
Di hevdîtineke taybet de, ligel wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Elcubeyr û şandiyê navdewletî Staffan de Mistura, cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsif got ku em dixwazin di paşerojê de dewleta Sûriyê bibe dewleteke federal.
Di heman babetê de endamê Desteya Bilind a Danûstandinên Cenêvê Fûad Elîko ragihandibû ku ENKSê daxwaz dike ku Sûriye bibe welatekî demokrat û federal, ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be.
Kongireya Riyadê wê di navbera 22-24ê Mijdarê de berdewam e.
