RojavaNews: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî û hat ragihandin ku wan civînê de mijara “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiyeyê tê rêvebirin gotûbêj kirine.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Barzanî û Erdogan di hevtîna li koşka AK Sarayê li Enqereyê de mijara şerê li djiî DAIŞê, hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêwendiyên siyasî û aborî yên di nava Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de nirxandine.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Erdogan re ragihandiye Başûrê Kurdistanê dê ji bo pêvajoya çareseriyê piştgiriya xwe bidomine.
Di hevdîtina Barzanî û Erdogan de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî jî cih girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çûbû Tirkiyê. Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî bi Nêçîrvan Barzanî re ne.
