Taxa Şêx Meqsûd li Helebê û tinebûna pêdiviyên jiyanê
Taxa Şêx Meqsûd li Helebê û tinebûna pêdiviyên jiyanê

Taxa Şêx Meqsûd li Helebê û tinebûna pêdiviyên jiyanê

2:31:12 PM

RojavaNews: Piraniya malbatên k)urd ji Herêma Efrînê, piştî rawestandina şer, vegeriyane malên xwe yên li taxa Şêx Meqsûd li Helebê, û niha di rewşên dijwar) de, ji ber tinebûna pêdiviyên rojane mîna av, elekterîk û navendên tendirustiyê dijîn.

Çavkaniyeke taybet ji Taxa Şêx Meqsûd ji RojavaNews re got: “ Li taxa me ji ber tinebûna pêdiviyên rojane gazî têne kirin, ku ava vexwerinê ya pak gelekî kêm e, sedem jî ew e ku piraniya hêlên avê xerab bûne û ji aliyê rêjîmê ve hatine piştguhkirin, û em ava vexwarinê ji bîrên bin erdê (zeviyê peyda dikin an jî rêxistinên mirovî yên xwecihî  avê bi tenkeran ji me re peyda dikin.  

Heman jêderê got, tinebûn û qutkirina elekterîkê berdewam e, û piraniya welatiyên taxê elekterîka xwe ji jinêretoran bi ampêran bi nirxên giran dikişînin malên xwe, ji bilî ku deng û dûmanên wan jinêretoran bûne cihê nerehetiyê.    

Wê çavkaniyê got, basên veguhêztinê yên nav bajêr nehatine bikar anîn ji bo çûn û hatinê nehatine bikaranîn û tinebûna navendên tenduristiyê li taxa me, ku piraniya sivîlan basên taybet bikar tînin ta bigihêjin navend û cihên karên xwe.

Taxa Seken el-Şebebî ku li kêleka Taxa Şêx Meqsûd e jî, li bajarê Helebê ta vê demê ji çar aliyan ve ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ve girtî ye, ku çûn û hatin bo vê taxê qedexe ye.

Qadî