Ibrahîm Biro : Em wek nȗnerên ENKSê ȗ nȗneratiya Kurdan hatine vexwendin
Ibrahîm Biro : Em wek nȗnerên ENKSê ȗ nȗneratiya Kurdan hatine vexwendin

Ibrahîm Biro : Em wek nȗnerên ENKSê ȗ nȗneratiya Kurdan hatine vexwendin

12:27:59 PM

RojavaNews : Serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê dibêje ku Cenêva 8 wê ne li ser rewşa kurdî be,ȗ ji Cenêva 2an ta ya 8an ,gelek gav hene hîn jî ne hatine avêtin.

Di lêdwaneke teybet de, Roja Yekşemê ,26ê Midara 2017an,serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê ENKSê Ibrahîm Biro, ji RojavaNews re got:” Di  Cenêvê de tenê wê hêlên stȗr werin danîn ,piştre wê komîteyek hebe pirsa hemî pêkhateyan çareser bike ,ȗ mafên wan biparêze.”

Biro got :”Tiştên li Cenêv çêbibin ,wê dosyeyeên li ser rewşa Sȗriyê bi giştî bin, mîna pirsên “Qonaxa  vegihêz ,destȗr-kongireya niştimanî ȗ hilbijartinê, wê werin danîn,ȗ eger behsa doz ȗ çareserkirina kurdî were kirin,ew ê di dema destȗr ȗ vegugestinê de axaftin li ser bibe."

Her weha Biro berdewm kir :” Ji bo çȗna me ya Riyad 2,  me berî kongireyê serdana Siûdiyê kir,ȗ me 2 tiştên teybet ji wan xwestin:

  • ENKSê were xwestin wek nȗneratiya Kurdan.
  • Me xwest ku belgenameyên ji kongireyê derbiçin ,mafê miletê Kurd tê de were parastin.”

Serokê ENKSê destnîşan kir :”Ji ber miletê me dilşewat e ,ȗ dixwaze ku zanibe çi li ser rewşa kurdî çêdibe , ȗ ji ber ev pirs gelekî tê kirin,  em bi hêvî ne ku ev yek zelal be,

Li Riyadê ewan bi zelalî ji me re got, me jî ev yek di dema seredanên xelkên xwe de got:” Kesên werin vexwendin ,ewê ku di biryara Navnetewî ya 2254an de ne.

Pêkhateyên Desteya Bilind ya Riyad (1),” Platforima Mosko” ȗ “Platforima Qahîreyê” ne.

Di berdewamiya gotina xwe de ,Biro anîziman ku :”Wan soz da me ku ENKSê were vexwendin ,ȗ li ser hejmara wan ya di nava Îtîlafa Sûrî de,hejmareke din wer e xwestin,

Biro tekez kir :”Di vê vexwendinê de ,serokê ENKSê ȗ cîgira serokê ENKSê ,em wek nȗnerê ENKSê ȗ Nȗneratiya Kurdan, hatine vexwendin .”

 Her li gor Biro :”Dema ku Desteya Bilind  ket e hilbijartinan de,ez ȗ mamoste Fesle ne ketin hilbijartinan,ȗ em wek (kota) di nav hejmara 51endamî de, destnîşan kirin,ȗ em bi kêmtir ji vî rengî berdewam nakin .

Îtîlafê gelek alîkarî bi şandeya me re dikir,ȗ niha jî ,dema ku me dixwest doza karekî bikin,ewan rê didane me ku li ser hesabên wan be jî,lê me ev yek nexwest,ȗ em wek beşekî ji Îtîlafê ne ,lê dive nȗneratiya ENKSê di hemȗ saziyên ji Riyad 2 derbiçin, wek ENKSê em amadebin amade bin.

 

 


Media