5:19:08 PM
RojavaNews: Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê, Nûredîn Caniklî, got ku niyazeke Tirkiyê heye derbarê operesiyoneke leşkerî li dijî hêzên Yekîneyên Parastina Ge, YPGê li Efrînê destpê bike.
Duh Duşemê, û li gor lêdwaneke rojnamevanî ku Caniklî ev gotin ragihandiye, serokwezîrê Tirkiyê, Binalî Yeldirim bi sedaneke fermî çûye Londona paytexta Brîtanyayê, û Caniklî ti dem û soz derbarê operesyoneke leşkerî nedabû.
Wezîrê Tirkiyê destnîşan kir, ku welatê wî, 3 navendên çavdiriyê li Sûriyê dirustkirin e, û li gorî danûstandinên Astanayê Tirkiyê wê 12 navendên din dirust bike, û danûstandinên Astanayê wê bibin piştevanî ji Cinêvê re.
Ne cara yekê ye, ku serokê Tirkiyê û berpisên wê dewletê gefan didin hêzên YPGê, ku Tirkiyê wê êrîşî Efrînê bike û wan ji Efrînê derxîne.
Qadî
