PYDê bacên zeyta zeytûnan bi darê zorê li Efrînê disepîne
PYDê bacên zeyta zeytûnan bi darê zorê li Efrînê disepîne

PYDê bacên zeyta zeytûnan bi darê zorê li Efrînê disepîne

2:00:13 PM

RojavaNews: Çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratik (PYDê) bacan li ser xwediyên darên zeytûnan û alavên çandiniyê bi darê zorê disepîne, û eger kî pereyên bacan nede,  ji aliyê k Komîta Lêkolînê ve li navendên deverên Herêma Efrînê  bi darê zorê wê were standin.      

Jêderekê taybet ji devera Bilbilê ji RojavaNews re ragihand: “Çekdarên ser bi PYDê ve, duh roja Çarşemê li nava gundê Bêkê yê ser bi devera Bilbilê ve,  belav bûn û her yek ji wî gundî alavên çandiniyê û darên zeytûnan li ba wan hene, wê bi darê zorê bacên zeytê bidin, û eger  kesên baceyan bacan nedin wê ji aliyê Komîta Navenda Bilbilê rastî lêkolînan werin û bi darê zorê  wê zeytê ji wan bistînin.” 

Heman jêderê got, ku çekdarên ser bi PYDê ve li hemû gund û deverên Herêma Efrînê digerin û bi darê zorê baceyan bacan li ser welatiyan disepînin, ku bi ti awayî welatiyên Herêma Efrînê nikarin van baceyên bacên giran bidin, ji ber sedema dorpêçkirinê û  buhabûna pêdiviyên  jiyanê, wan nerazîbûna xwe  derbarê bacan) diyar kirin.

Qadî