6:56:05 AM
RojavaNews :PYDê bi tena xwe biryara “hilbijartinên Encumenên Şaredariyan yên Bajar ȗ Bajarokên Herêmên Kurdî” li Kurdistana Sȗriyê ,berî niha da bȗ , ȗ îro wan hibijartinan bi alîkariya aliyên bi ser ve ,birêve dibe ,ȗ serperiştiyê dike.
Roja Înê,(1)ê Berçileya 2017an, Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê ,daxuyaniyek li ser van “hilbijartinan” ,ȗ ne beşdariya xwe tê de belav kir.
Encumena Kurdî got :”ji ber siyaseta PYDê ya sîstematîk bi hewldana desteserkirina berdewam li ser tevgera Kurdî li Kurdistana Sȗriyê ,ȗ siyaseta şaş dijî ENKSê ,alîgir ȗ tevahiya alî ȗ kesên dijberî kiryarên wê ,em beşdarî ȗ dengdanê di hilbijartinên ku rêbaza tekalîkirin ȗ zordariyê de nakin, “
Encumenê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir :” pêwîst e PYDê li siyasetên xwe yên şaş dijî yekrêziya mala kurdî vegere ,ȗ ji bo nêzîkirina helwêst ȗ yekbȗna Kurdan di vê asta nazik ȗ dîrokî re ,di jiyana Miletê Kurd de ,kar bike“
