11:50:34 AM
RojavaNews :Roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2017an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ȗ Rêxistina Qendîl ya ser bi UNê ve, sope ȗ (koboneke) pereyan bi 468 hezar Dînarên iraqî , li ser penaberên Rojavayê Kurdisanê ,li Kampa Qoştepe belav kirin.
Piştî wergirtina Kobonên Pereyan , xelkên kampê, berê xwe dane Banka El- tenmiyê li Hewlêrê, ȗ pereyên xwe wergirtin.
Ev pere li şȗna sȗtemeniya werzê zivistana 2017an e, wek ku her sal penaberan 2 bermîl ȗ nîv gaz, ji bo sȗtemeniya zivistanê werdigirtin, lê vê sale ev sîstem hate guhertin.
Yekşemê 300 malbatê ji nişteciyên kampê ,sope ȗ pereyên xwe wergirtin, ewjî aliyê “Imaratî bȗn “ yan jî beşê(A+B ) bȗn,ȗ her wê li gor tîpên li pey hev wek zimanê Înglîzî ,ta bi 5 rojan wê werin belav kirin.
E.U
