Li Hewlêrê semînarek li Yaneya el-Meda bo Xwendinê di wêjeya kurdî de birêve çû
Li Hewlêrê semînarek li Yaneya el-Meda bo Xwendinê  di wêjeya kurdî de birêve çû

Li Hewlêrê semînarek li Yaneya el-Meda bo Xwendinê di wêjeya kurdî de birêve çû

12:04:07 PM

RojavaNews: Roja Şemiyê 2.12.2017 endamên Yaneya el-Meda li hola yaneya xwe li Hewlêrê semînarek bi serketî derbarê wêjeya kurdî bi zimanê kurdî û bi navnîşana Jînenîgarî di wêjeya kurdî de - Hiznî Haco wek nimûne) hate birêvebirin.


Ev mijar cara yekem  e bi Zimanê Kurdî tê gengeşekirin, û semînar ji aliyê nivîskar Idrîs Hiso ve bi zimanekî kurdî  yê resen hatibû amadekirin, û hejmarek ji rewşenbîr û çalakv amade bûn, bi taybetî  Dayê Sînemxan Bedirxan jî amade bû), ev yek jî şanaziyek e mezin e ji bo me hate nirxandin.

Idrîs Hiso ji Amûda Rojavayê Kurdistanê ye, û xwedan çend berhemên wêjeyî ye wek wergerandina hejmareke çîrok û nivîsandina bi dehan gotar bi Z)imanê Kurdî  bo rojname û kovarên kurdî li welat û derveyî welat.

Rêveberê Yaneya El Meda birêz Şiyar bi pêşgotinekê derbarê hunera jînenîgariyê destpê kir, û anî ziman ku beşdabûna kesayetan û xwedî raman û hizra netewî ji me re pir giring e, û roleke giring  bo belavbûna çand û hunerê di nav cemawer û zanyarên Kurd de dilîze.

Piştre jî birêz Idrîs Hiso bi giştî di beşê yekem de li ser jînenîgariyê di wêjeya cîhanî û erebî de şirove kir mîna Jean-Jacques Rousseau , û bi hurgilî li ser jînenîgariyê di wêjeya kurdî de axift, û bal kişand e ser pirtûkên jînengariyê yên nivîskarên wek Nûredîn Zaza, Zinar Silopî, Cigerxwîn, Apo Osman Sebrî û ...hd anî ziman.

Birêz Îdrîs Hiso di axaftina xwe de li ser beşê duyem li ser ezmûnên nivîskar, Hiznî Haco yên taybet rawestî, û bi giştî behsa xwendina xwe ji pirtûka Hiznî Haco ya bi navnîşan Tê Bîra Min, ku ev pirtûk bûye bîranîneke derbarê tê koşîn û xebatên gelê Kurd di wê demê de, û di nav wê de jînenîgariya wî û çawa Haco jiyana xweşiyê berda û kete şopa têkoşîn û xebata gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê û alîkarî pêşkêşî Pêşmergeyên birîndar kir û pişt re vegeriya Kurdistana Sûriyê û karê xwe yê pizîşkî berdewam kir.      

Di dawiya semînarê de, rêveberê Yaneya el- Meda spasiya xwe pêşkêşî beşdaran kir û bi taybetî ji Sînemxanê re û ji wê xwest ku yek karibe jînengariya wê binivisîne û belav bike, û yek ji armancên vê yaneyê geşkirina wêje û hunerê ye di nav Kurdan de.

Qadî