1:20:16 PM
RojavaNews:Danûstandinan li Astana û lihevkirinên kêmbûna asta şer di navbera aliyên cûda de li Sûriyê bûne sedemên, ku rêjeya kuştina rojnamevanan kêm bibin.
Roja Şemiya bihûrî ,Tora Mafên Mirovan li Sûriyê di raporta mihane ya taybet de derbarê binpêkirinên bêsedem di derheqa karmendên ragihandinê de belav kir, têde tekezî li ser kêmbûna rêjeya kuştina rojnamevanan, ku dihatin kuştin di dema şer de kir, û heft civînên daûstandinan li Astana bûne sedemên girîng, ku lihevkirina kêmbûna asta şer di navbera aliyên cûda de were bicîkirin.
Raportê tekezî li ser kuştina 3 rojnamevanan kir, du ji wan hatibûn kuştin bi destên DAIŞê di meha Cotmehê de, û rojnamevan Mihemed Xalid Elgênc bi destên hêzên rêjîma Esed hatibû kuştin, û 7 ji rojnamevanan birîndar bûn, û 6 rojnamevanên din hatin binçavkirin li ser destên hêzên cûda di meha Mijdara bihurî de.
Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, di dawiya raporta xwe de, hemû binpêkirinên bêsedem di derheqê azadiya karê ragihandinê şermezar kir, û tekezî li ser parastina karmendan di dema şer de kir, ku pêwîste karekî serast bo aramiya karê ragihandinê û rawestandina şer li Sûriyê jê re were kirin.
Qadî
