Fesle Yȗsif seredana Nȗneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir
Fesle Yȗsif seredana Nȗneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir

Fesle Yȗsif seredana Nȗneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir

6:00:57 AM

RojavaNews :Cîgira serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê dibêje :”Dijberiya Sȗriyê bi yek şandeyê ȗ yek nerînê li  Cenêvê amade bȗ,lewra vê carê, hêvî li ser ava dibin,
ȗ  ENKSê wek şandeya Kurdî li Riyadê amade bȗ.
Roja Duşemê,4ê Berçileya2017an, Cîgira serokê ENKSê Fesle Yȗsif ,piştî vegera xwe ji kongireya Riyad 2ê li Arebistana Se,ȗdî,seredana Nȗneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir.
Di lêdwaneke teybet de , Cîgira serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê ji RojavaNews re li ser Riyada 2 ȗ Cenêvê ȗ karê ENKSê wisa got:

“ENKSê wek yek tîmê karîbȗ bi tundî berevaniyê di br doza gelê Kurd de bike, di baweriya min de me karîbȗ tiştine baş qezenc bikin,tevî ku em dizanin armanc ȗ daxwazên miletê me yê Kurd bilindtirîn,lê belê ev gava pêşî bȗ,em ê karibin di paşerojê de li ser kar bikin ȗ mafê miletê xwe bicî bikin.”

Yȗsif berdewam kir:”Me karîbȗ xêzên pan di beyannameya dawî ya Riyadê de bicî bikin, ku tê de hatiye (Sȗriyake Demokrat, gelek netew, doza Kurdî dozeke Sȗriye,pirojeyên qirêj divê li ser miletê me werin rakirin.).

Yȗsif  destnîşan kir ku:”Bi rastî gotara islamî vê carê di Riyadê de nebȗ.
Hevalên me yên li Cenêvê cihê behweriyê ne ȗ wê bi tundî berevaniyê di ber miletê Kurd de dike.”
Dijberiya Sȗriyê bi yek şandeyê ȗ yek nerînê li  Cenêvê amade bȗ,lewra vê care hêvî li ser ava dibin.


Media