10:00:58 PM
RojavaNews: Roja Duşemê ,4ê Berçileya 2017an,Encumena Xwecehî ya ENKSê li Dirbêsiyê, ku bi navê pakrewan Ciwan El-Qetna ye,vexwendina lidarxistina çil rojiya pakrewanê Kurd yê pêşmerge Rodî Emo belav kir.
Encumena El-Qetna ya ser bi ENKSê ve ragihand ku wê matemîniyê Roja Sêşemê 5ê vê mehê,Demjimêr 11ê Nîvro li Qerqûrî ya gondê pakrewan Emo , lidar bixe.

Pakrewan Rodî yek ji 9 pakrewanên pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê ye,piştî ku dastan di şerê xwe dijî Heşda Şeibî li bereya Zimarê ya Başûrê Kurdistanê tomar kir û dijminê Kurdistanê şika,şehîd ket .

