10:46:28 PM
RojavaNewes: Lêpirsîn bi serkirdê Partiya Demoqrat a Kurdistan- Sûriya, Ebduirehma Apo, li Efrînê bi dirêjahiya heftiyekê de wê berdewam be.
Jêderekê nêzî malbata Apo ji RojavaNews re ragihand: “ Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo, ku di 12/7/2017an de hate revandin û ji taxa Erefiyê ya ser bi bajarê Efrînê ve û ew xistin zindana reş, û piştî pênc mehan di zindanê de ew hate veguhaztin bo lêpirsînê li Dadgeha Efrînê.”
Lî gorî zanyariyên li ba hevjîna Apo, ku parêzer Ehmed Faris ji wê re axivtibû, wê lêkolîn bi Apo re berdewam be û piştî lêkolînan wê wî veguhêzîne dadgeha Efrînê û xûyaye tometa wî siyasî ye û li gorî gotina parêzer wê were berdan.
Ev ne cara yekê ye, ku serkirde Apo rastî revandin û zindanê tê û bê sedemên rast, ji bilî ew raya xwe bikar tine, û Rêveberiya Xweser ew tawan kiriye bi tomatên mîna rabûna wî bi çalakiyên nerewa û "tometkirina wî ji Rêveberiya Xweser re bi têkiliyên ligel rêjîma Sûriyê" û sivikirin bi xwîna şehîdan", û armanc ji van tometan jî çalakî û raya wî ye ku di ber miletê xwe de dike, bêne rawestandin.
