PYDê li Efrînê di desteserkirina malan de berdewam e
PYDê li Efrînê di desteserkirina malan de berdewam e

PYDê li Efrînê di desteserkirina malan de berdewam e

 

2:17:49 PM

RojavaNews: PYDê li gundewarên devera Cindirêsê û Şiyê di dema dawî de, û bê sedemên rewa di karên destedserkirina malên welatiyan de berdewam e, û gelek caran grûpên hêzên çekdar yên biçûk di malên vala de ku xudiyên wan hatine koçberkirin bicih kirine.  

Jêderine taybet ji devera  Cindirêsê û Şiyê yên ser bi bajarê Efrînê ve ji RojavaNews re ragihandin: ”PYDê di dema bihûrî de li gundê Yelya Qozê yê ser bi devera Cindirêsê ve mala Ekrem Xoce, ku bi navê (Ehmed Qalibcî) tê naskirin desteser kir, û li gundê Merwaniyê jî yê ser bi devera Şiyê ve destê xwe daniye ser mala welatiyekî û ew mal bûye cihê çalakiyan û hin caran jî bûye cihê baregeha PYDê.

Heman jêderê got, ku li Cindirêsê sê malên din yên vala ji aliyê PYDê ve hatine desteserkirin û bûne cihê baregehên çekdarên nenas, û ev gavên nerewa ku PYDê dike , bûye cihê nerazîbûnê û wê di navbera welatî û çekdarên nenas de tevliheviyê di warê civakî de dirust dike, lê li gorî  PYDê,  “ev gav wê li beramberî hêzên êrîşkar sengerê berevaniyê  bihêz bike.”

Herwiha, desteserkirin û çêkirina baregehan di nava malên vala de, bûye cihê pirs û nerazîbûnê û welatiyên wan deveran xwestin ku ew hêzên çekdar ji malan derkevin û malên desteserkrî divê li xudiyên wan werin vegerandin.

Ev ne cara yekê ye ku PYDê karên nerewa li Herêma  Efrînê dike, mîna sepandina bacên giran, revandina xortan ji bo leşkeriya neçar û qedexekirina çalakiyên partiyên siyasî.

Qadî