11:27:22 AM
RojavaNews :Li bajarê Amȗdê, cotkar ȗ xwediyên zeviyan amadekariyên xwe ji bo çandina tov ȗ dexlȗdanan kirine, bi hêviya ku êdî baran bibare.
Cotkarekî ji Amȗdê bi navê (Ehmed El-Ebȗd )li ser rewşa çandiniyê axift ȗ got: ”Em her donimekî ji 20-23 Kg genim dikirin , 1 Kg genimê hişk bi 155 L.S dikirin, her weha Ceh jî. “
Cotkar ji ber keşȗhewayê leza xwe dikin.
Li gorî axaftina welatiyan, wergirtina tovan bi riya saziyên ser bi Rêveberiya Xweser ya PYDê ye, di demekê de ku hemȗ pêdiviyên çandiniyê bi van saziyan ve girêdaî ne.
Berpirsekî ji Saziya Pirkirin ȗ Pêşxistina Tovan ya ser bi PYDê ve)Mezlȗm Hisên) li ser vê mijarê got: ” Ji bo sala 2017an 160 ton tovên me hebûn, bi wan me 99 girêbest ji bo cotkaran çêkirin, ew jî ne bi next, lê wek deyn.”
Her weha diyar kir ku :”her 1Kg bi nerxê 170 Lîreyên Sȗrî. “
Di ware çandiniyê de ,gazina welatiyên Rojavayê Kurdistanê ,ji kêmbȗna tov ,semad ȗ mazotê heye,ȗ daxwaza çareserkirina van kêşeyan di kin.
E.U
