Grûpeke xwebexş  ji bijîşkên Kurdistana Sûriyê ,  bi Sedan  nexweş li Kampa Qoştepe çareser kirin
Grûpeke xwebexş  ji bijîşkên Kurdistana Sûriyê ,  bi Sedan  nexweş li Kampa Qoştepe çareser kirin

Grûpeke xwebexş  ji bijîşkên Kurdistana Sûriyê ,  bi Sedan  nexweş li Kampa Qoştepe çareser kirin

11:57:53 AM

RojavaNews :Roja şemiyê,9ê Berçileya 2017 ,7 bijîşkên kurd ,ji 7 pisporiyên  cuda yên nexweşiyên Mirovan,li nexweşxaneya Kampa Qoştepe ya Penaberên Kurdistana Sûriyê  amade bûn,û zêdetir ji 500 nexweşî ji zarok ,xort,keç,jin û mêr an pişkinîn û hin derman ku ji aliyê Nexweşxaneya Şar ya Hewlêrê hatibûn pêşkêş kirin wek alîkariyekê pêşkêşkirin.

Bijîşkê Kurd Ehmed Melek ,yek ji Bijîşkên beşdar di vî karî de ,ku wî îro 120 zarok pişkinîn , li ser karê xwe û hevalên xwe got:”Ev erkekî netewî bȗ ji me di hate xwestin,xizmeta  miletê me yê Kurd cihê serbilindayêye,em wek grȗpek ji bijîşkên Kurdistana Sȗriyê em hewl bdin ku ev karê xwebexş ȗ kurdwarî berdewam be.“

Bijîşkên beşdar ji demjimêr 9 ê   sibehê ta 2û nîvê êvarê karkirin, li gor pisporiya wan , Bijîşk evbûn:

Ehmed Melek bijîşkê zarokan

Ivan Osê dil û hinav

Alçî M.Emîn Xelîfe (neşter girî)

Salar Osman  pisporê rehan

Ebdulhekîm El-Rawî  neşter giriyê Hestiyan

Cemîle Temer pispora Jinan

Sûd Hisên  neşter giriyê çerm

Û 2 alîkarên wan ,ku hemi ji Komelgeha Bijîşkî ya Sûrî û 2 ji wan ji ya Amerîkî beşdar bûn.

Dermanxaneya kamp qoştepe iro dermanê herî bêhtir wê pêşkêşkir, Bijîşkê kurd Welîd Esî ,ku di dermanxaneya kampê de kar dike,li ser rewşa dermanxaneyê û kêmbûna dermanan ku hin xelk gazinan jê dikin  ,di vê demê de got: “berê Hikȗmeta Kurdistanê ȗ 3 rêxistinan alîkaria me dikir,ȗ derman pêşkêş dikir,lê niha tenê rêxistinek dermanan pêşkêş dike,lewra derman kême ȗ têra xelkê nakê,ji bilî ku hejmara milet ji 3-4 hezaran ghaye zêdetir ji 7 hezaran.  “

Fayiz Polê welatiyekî Kurdistana Sȗriyê ye,ȗ nişteciyê Kampa Qoştepe ye ,karê xwebexş yê bijîşkên kurd dît ku karekî pêwîste û pîroz e,û sipasiya wan tevan kir .

E.U


Media