6:00:54 AM
Li Rojavayê Kurdistanê hîn jî rojnamevan û malbatên wan rastî astengî , lêdan û kuştinê tên .

Roja Sêşemê,12ê Berçileya 2017an, bavê rojnamevanê kurd, Serdar Darî ,di êrîşeke çekdar de, li ser destên grûpeke çekdar ,ku girtibûn ser mala wan , hate kuştin.
Darî di rûpela xwe ya "Facebook"ê de nîşan bi wê yekê daye ku "we êrîşî mala min kir û we bavê min kuşt, ez vê ji we re nahêlim."
Piraniya çalakvan û rojnamevanên nerîna xwe li ser vê buyera terorî "wek ku wan ew binav kir." anîn ziman ku destê Çekdarên PYDê tê de hene,û ev karê nemirovî ne mirovî şermezar kir .

Rojnamevanê kurd , Lewend Hisên şîna Darî ,li ser tora civakî di rûpela wî ya "Facebook"ê de ragihand û got: Kesên ku Serdar par revandin ȗ dane ber kêran ,ȗ hewldana kuştina wî kirin,heman aliyî bavê darî kuştin,ȗ her kes dizane ku ev tax dibin kontrola PYDê de ye,lewra em wan tewan bardikin.”
Bavê rojnamevan Serdar Darî welatiyekî Kurd e, sivîl bȗ, ti guneh ne kirine , temen nêzîkî 70salî bȗ , di êrîşekê de ,li ser destên grûpeke çekdar hate kuştin,ȗ li gor wêneyên hatine belavkirin,çekdaran gelek ziyan gihandine malê ȗ tirs jî li taxê belav kirine.
