Ibrahîm Biro: Opozisiyon razî nabe ku PYDê beşek jê be
Ibrahîm Biro: Opozisiyon razî nabe ku PYDê beşek jê be

Ibrahîm Biro: Opozisiyon razî nabe ku PYDê beşek jê be

3:19:27 PM

RojavaNews: Endamê peywendiyên derve yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê Ibrahîm Biro, ji malpera RojavaNews re ragihand, ku şanda opozisiyonê razî nebû ku PYDê bibe beşek ji opozsyonê .

Biro da xuyakirin ku tu agahî li cem wan nînin ku  Amerîka daxwaz kiriye ku PYDê beşdarî Cenêvê bibe.

Biro tekez kir,  ku Neteweyên Yekgirtî bi tu awayekî razî nabe, ku PYDê beşdariyê di danûstandinên Cenêvê de bike .

Biro got ku eger danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û opozsyonê de berdewam bike, qonaxa veguhastina siyasî û kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bê gotûbêjkirin , wê demê egera beşdarbûna hemû aliyên ku pabendiyê bi biryarên navdewletî dikin wê derfet hebe ku beşdar bibin.