Ebdulrehman Apo di dadgeha terorê de çarenivîsa wî nediyar e
Ebdulrehman Apo di dadgeha terorê de çarenivîsa wî nediyar e

Ebdulrehman Apo di dadgeha terorê de çarenivîsa wî nediyar e

11:27:33 PM
RojavaNews: Ebdulrehman Apo, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriya (PDK-S)ê ye. Bêhtir ji carekê li ser destê hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hatiye girtin, û ji demekê ve ew tê dadgehkirin, lê hîn çarenivîsa wî ne diyar e.

Rewşa tenduristî ya serkirdeyê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ,di zindanên PYDê de ,nexweş bȗ,ȗ hindek nȗçe ȗ dengo li ser koçkirina wî di zindanê de li torên civakî belav bubȗ,lewra duh Ofîsa Ragihandina PDK-Sê li Efrînê ,ew nȗçe ȗ dengo red kirin,piştî seredana hevjîna wî ȗ endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Hisên Îbiş ,ji bo Apo di zindana PYDê de.
Dadgehkirina Apo ji çend rojan ve  bi dawî hatiye, lê ta vê demê hîn çarenivîsa wî ne diyar e, û Apo ji aliyê dadgeha terorê  ve, gelek tometên bêserûbin arasteyî vî xebatkarê kurd hatine kirin. Di vî warî de jî desthilata PYD gelek kelem û astengî jê re dirust kirine, ku wî jî her bi serbilindî li ber xwe daye.
Hevjîn û hevalên wî pirsekê dikin, ku gelo çi sedem e ku xebatkarekî weke Ebdulrehman Apo, ku dijberiya rejîma sûrî dike lê li ser destê PYDê tê girtin? Bersiv jî ew e ku kesên li dijî rejîma sûrî bin, ji aliyê desthilata PYDê ve astengiyan dibîbin û rêgirî li ber kar û xebata wan tê kirin.
4ê Adara 2016an hêzên çekdar yên bi ser PYDê ve li bajarê Efrînê, êrîşeke giran birin ser mala  Apo û ew destgîr kir, piştre ew bire cihekî nediyar. Lê 21ê Tîrmeha 2016an Ebdulrehman Apo serbest hate berdan.
12ê Tîrmeha 2017an jî, dîsa asayişa PYDê girte ser mala Apo û careke din asayişê ew destgîr kir û heta niha jî di zindana reş de ye .
Malbata Apo behsa wê yekê jî dikin ku rewşa wî ya tendirustî xirab e, ji ber nexweşiya wî ya şekir. 
Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, dadgeha terorê li Efrînê  hejmarek ji tometan arasteyî Ebdulrehman Apo kirine, ji wan tometan jî: Çalakiyên nerewa ku di bin navê siyasetê de dike, gotegot û fitneyan dirust dike, ew Rêveberiya Xweser bi sîxuriyê ji hikûmeta sûrî re tometbar dike, sivikirinê bi xwîna şehîdan dike û helwestên wî li dijî Şoreşa Rojava ne.
Li gorî şirovekarên siyasî, ev awayê tometbarkirinê hevşêweyî tometkirinên rejîma sûrî ne, ku bi heman awayî dijberên xwe tometbar dike û tîne ber dadgehên nerewa û wan siza dike.
Malbata Ebdulrehman Apo û hevalên wî daxwaza serbestberdana wî dikin, û banga xwe bo  aliyên pêwendîdar bilind dikin, ku divê dadgehkirina Apo were rawestandin û ew ji dadgeha terorê  were serbestberdan.

Qadî