10:12:30 AM
RojavaNews :Hejmara xwendekanên asta seretayî li Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê pir bilind bȗ ȗ riya wan di polan de ne bȗ, ev yek ji xwndekar ȗ mamosteyan re kêşe bȗ.
Roja Yekşemê,17ê Berçileya 2017an, li Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, dibstaneke nȗ hate vekirin.ȗ 570 xwendekarên polên yekem ȗ duwem,ȗ 17 mamoste li xwe girt.
Berî ku ev dibistan vebe, dibistana Qamişlo ya seretayî ȗ amadeyî li kampê,1600 xwendekarî lê dixwendin,ȗ her polek ji 60 ta 70 xwendekarî li xwe vedihewand.
Piştî vekirina vê dibistanê, rehetiyeke pir giring niha çêdibe,ȗ kêşeya zêdebȗna xwendekaran bidawî hat, êdî her Polekê nêzîkî 40 xwendevanî li xwe girt.
Dibistana Kampa Qoştepe ya nȗ,ji xwendekar ,mamoste ȗ malbatên xwendekaran re ,cihê kêyfxweşiyê ye ,lê hîn jî bi temamî dibistan bi pêdiviyên xwe amade nebûye,ȗ kêşeya sereke tê de ,nebȗna elktrîkê ye,ȗ hêviya xelkên Kampa Qoştepe ew e ku ev kêşe çareser bibe.
E.U
