Paymangeha Dar Saz şevbiwêrkeke mûzîkê ya salane li Efrînê lidar xist
Paymangeha Dar Saz şevbiwêrkeke  mûzîkê ya salane li Efrînê lidar xist

Paymangeha Dar Saz şevbiwêrkeke mûzîkê ya salane li Efrînê lidar xist

7:32:27 PM

RojavaNews: Birêveberê Paymangeha Dar Saz şevbiwêrkeke salane ya mûzîkê li Navenda Rewşenbîrî li Efrînê lidar xist, û hejmarek  ji hunermend û mûzîkvan û cemawer, ku ji mûzîkê hez dikin beşdar bûn.

Jêderekê ji nava şevbiwêrkê ji RojavaNews re ragihand: “Navenda Dar Saz şevbiwêrkeke huner û mûzîkê ya salane di roja Înê 15-12-1017an de  lidar xist, di bin serbiriştiya birêveberê paymangehê, mamoste Hesen Hamoto, li şanoyê Navenda Rewşenbîrî li Efrînê hat lidarxistin, û hejmarek  ji hunermend û mûzîkvan û cemawer, ku ji mûzîkê hezdikin li wê şevbiwêrkê beşdar bûn.

Heman jêderê got, şevbiwêrk bi axaftina Birêveberê Navendê, Hesen Hamoto destpê kir, û ew li ser Xewna xwe, ku karibe stran û folklorê kurdî  bi şêweyekî  zanistî û bi nûte bike axivî, û baweriya wî bi zengîniya û pêşveçûna strana kurdî bilind bû, pişt re şanoyek û hin stranên folklorî ji aliyê grûpa fêrbûna mûzîkê ve hatin pêşkêşkirin û dilê hemû beşdaran hate şakirin.

    

Dar Saz yekem peymangeha mûzîkê, ku li bajarê Helebê ji aliyê  mamoste Oseme Dede hate vekirin, û li  destpêka şoreşa Sûriyê   ew hate Efrînê, û ta niha li nêzî 250î şagirtî li paymangehê fêrî mûzîka Kurdî dibin.

Qadî