11:26:58 AM
RojavaNews:Roja Şemiyê, 23ê Berçileya 2017an, Zanîngeha Furat ya ser bi hikȗmeta Sȗriyê ve, bi sedema hin pirsgirêkan bi “Konfedresyona Xwendekarên Kurd” re ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ne ,li Hesekê 3 beşên xwe girtin, bê ku sedemê eşker bike,ȗ ezmȗnên xwendekaran ta demeke nediyar bipaş xistin.
Jêderekê ji nava zanîngehê ji RojavaNews re got :”Biryara girtina her sê kolêjên (Çandinî,Zanist ȗ Bijîşktiya Diranan),derket, piştî hewldana “Konfedresyona Xwendekarên Kurd “yên ser bi “Rêveberiya Xweser ve, navendeke teybet bi xwe di nava zanîngehê de,roja Pêncşemê, bi zorê vekin,tevî ku Emîdê Kolêjê ev yek red kir . “
Jêderê berdewam kir:”Berî niha Emîdê Kolêja Zanistê Ehmed El-Hecî ji Rêveberiya Xweser ȗ Konfedresyona Xwendekarên Kurd xwest ku xwe dȗrî zanîngehê bikin,lê endamên Konfedresyonê çȗn berdane serpirştê giştî yê kolêjên zanîngehê. “
Mamosteyê zanîngehê Barzan Silêman , Di lêdwaneke teybet de ji RojavaNews re ,got:”Girtina Navendên Zanistî ȗ Fêrbȗnê di hemi astên wê de ,şaşîtiyeke mezin e, di dema ku em bi hewceyî mafê xwendinê ne ji hemû demên berê bêhtir , wê bi hezaran xwendekarên me bê xwendin bimînin,ȗ ji ber ku xwendin ne bi ti alî,ol ȗ neteweke teybet ve girêdayî ye,biryar şaş e.“
Silêman berdewam kir:”Me mamosteyê xwebexş yan jî wek xwebexşan li kolêjên Zanîngeha Şamê dikir, da wezareta xwendinê kêmbȗna mamosteyan neke behane ȗ kolêjan negire.“
Kolêjên Çandinî,Zanist , Bijîşkiya Diranan ȗ Endazyartiya Sivîl ȗ abȗrî ,di bin deverên desthilata Rêveberiya Xweser ya ser bi PYDê ve ye ȗ ev ne cara yekem e ku bûyerên wisa rȗ didin.
.
