6:26:45 AM
RojavaNews :Pêşmergeyên Kurdistana Sȗriyê ,yan Leşkerên Roj ,ji destpêka sazkirina vê hêza qehreman, ta dawiya 2017an , bi şanazî karwanekî buha ji pakrewanan qurbanî xaka Kurdistana Pîroz kirin.

RojavaNews , vê raporta dewlemend bi zaniyariyan ,wek yekem car tê belav kirin, pêşkêş dike,dinav de , navên pakrewanên Pêşmergeyên Roj e.

Bi biryareke Serok Mesȗd Barzanî ,Hêza Leşkerên Roj 12ê Avdara 2012an hate sazkirin, hêza Pêşmergeyên Roj ser bi hêzên Zêrevanî ve ye.

Pêşergeyên Roj ,bi piraniya xwe kurdên Kurdistana Sȗriyê ne,bêtirên wan ji artêşa Sȗriyê veqetan,piştî şoreşa Sȗriyê destpê kir ,ȗ rêjîmê firmana kuştina sivîlan da,piraniya xortên Kurd ew firman bicî neanîn ,ȗ ji leşkeriya neçar reviyan ,ȗ berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Bi tevahiya xwe , behwerî ȗ eqîdeya Pêşergeyên Roj rêbaza Brzanî yê nemir e,ȗ perwerên serok Mesȗd Barzanî ne.

Muqedem Dilovan Robarî berpirsê wan e, Muqedem Hisên Temê (Şervan Dêrkî) berdevkê fermî yê Leşkerên Roj e.

Ji 2012an ve ta dawiya 2017an,pêşmergeyan bi roleke mezin di şerê navbera (DAIŞ) ȗ Herêma Kurdistanê de rabȗn,bi qehremaniya xwe ,mil bi mil bi birayên xwe yên pêşmergeyên Kurdistanê ,ȗ bi serokatiya Serok Mesȗd Barzanî ,rêxistina DAIŞê şikandin , millet ȗ xaka Kurdistanê ji dijminan parastin.

ji destpêka sazbȗna Leşkerên Roj di 2012an ,ta 2017an ,Karwanekî buha ji pakrewanan bi merdî di ber Kudistanê de da ,navên wan li gor cih ȗ dîroka şehîdbȗnê ev e:
Selîm Umer Emîn 30-8-2012
Ridwan Ehmed Gewrê 6-3-2014
Neqîb Ekrem Mihemed Hesen 18-6-2014 Til Kêf
Neqîb Hêjer Emîn Mihemed 6-8-2014 Til Kêf
Neqîb Hêjîr Emîn Mihemed 6-8-2014 Til Kêf
Murad Berhem Silêman 21-8- 2014
Mulazim Comerd Mişo 16-9-2014 Hesen Şam
Silêman Hemza Hacî 16-9-2014 Hesen Şam
Delîl Ehmed Mihemed Elî 16-9-2014 Hesen Şam
R.Beşîr Ehmed Yûsif(Hoger) 16-9-2014 Hesen Şam
Mistefa Circîs Se’îd 16-9-2014 Hesen Şam
Elî Şêxmûs 22/9/2014 Zimar
R.Yûsif Ebdula Elî 14-10- 2014EmarGêr
Miherem Ilyas 20. 10. 2014 EmarGêr
Cemîl Hisên Ehmed 20-10-2014 EmarGêr
Sekvan Ehmed Elî 20-10-2014 EmarGêr
Neqîb Mehmȗd Mecîd (Berxwedan) 2016-10-19 Xazir
Mihemed Hisên Kemal 26-10-2014 Zimar
Loristan Elî Yȗsiv 26-10-2014 Zimar
Ehmed Se’îd Ebdula Osman 26-10-2014 Zimar
R.Rifhet Ferhan Tîlem 21-12-2014 Şingal
Basil Hacî Hacî 7-1-2015 Dibistana Xerayic
Besam Mihemed Xelef 7-1-2015 Dibistana Xerayic
Xemgîn Qedrî Osman 7-1-/2015Til Afer
Emgiyan Mustefa Badînî 7-1-2015 Dibistana Xerayic
Nêçîrvan Eta Mihemed Selman 21-1-2015Wanik
Se’îd Ehmed Eynê 30-1-2015 Şendoxe
Welat Ebdulkerîm Elî 30-1-2015 Dibistana Xerayic
Delîl Mîzer Hiso 4-2-2015 Giwêlan
Mihemed Reşîd Ehmed Ehmed 9-4-2015 Bendava Mȗsilê
Remedan Fêsel Hisî 21-4-2015 Giwêr-Til Afer
Rêzan Cemîl Ehmed Mustefa 20-10-2014 Dibistana Xerayic
Şêrzad Mihemed Masûm 12-11-2015 Gundê Gulat-Şingal
Ehmed Bozan Ibrahîm 12-11-2015 Gundê Gulat-Şingal
Selahedîn Mihemed Se’îd 5 .1. 2016 Dihok
Qehreman Umer Emîn 12-6-2016 Xazir
Daniyal Hewas Mehmûd 5-7-2016 Askî Mȗsil
Ibrahîm Hemze Ferho 14-8-2016 Xazir
Hebîb Qedrî 14-8-2016 Xazir
Kamîran Berwarî 14-8-2016 Xazir
Mulazim Mewlȗd Riyad Yûsif 12 . 11 . 2016 Bendava Mȗsilê
Mulazim Sîpan Yûsif Sîno 12 . 11 . 2016 Bendava Mȗsilê
Mulazim Etûf Tahir 12 . 11 . 2016 Bendava Mȗsilê
Kamîran Selahdîn Hiso 12 . 11 . 2016 Bendava Mȗsilê
Mihemed Emîn Silo 18-1-2017 Askî Mȗsil
Cemal Mustefa Mihemed 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Henan Ebdulrehman Henan 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Aldar Hewas Nadir 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Rodî Mihemed Salih Emo 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Cemal Mustefa Mihemed 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Îvan Mihemed Mihemed 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Gulhat Hacî Şêxî 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Elî Newaf Resûl 26-11-2017Zimar-Rebîhe
Mehdî Silêman Umer 26-11-2017Zimar-Rebîe

Di sala 2017an de, saziya Şehîdên Kurdistana Sȗriyê hate damezrandin ȗ، di heman salê de rêxistina Pêşmergeyên Roj ya
Pariya Demokrata Kurdistan a Sȗriya PDK-Sê jî hate sazkirin.

22êmeha 12an ji her sal wek bîranîna salvegera pakrewanên hêza Roj ,ji aliyê Fermandeya Zêrevanî ve hate ragiandin.
Ji destpêka êrîşên (DAIŞ )ê li ser herêmên Kurdistana Sȗriyê,ew amade bȗn ȗ xwestin ku derbasî welatê xwe bibin ȗ xelk ȗ xaka xwe biparêzin,lê herdem ,PYDê buye kelem ȗ bendav ji vegera wan re,ȗ bi ti şêweyên biratî rê ne da ku bi rola xwe derbarê Kurdistana Sȗriyê rabin.

Leşkerên Roj mîna bazan di sengerên şer de berdewamin,ȗ sînorên Kurdistanê bi lehengî diparêzin,ȗ çavên wan li vegera Rojavayê Kurdistanê maye bendewar.
Rapor:Elî Umer
