RojavaNews : Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk dibêje, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dewleta kurdî li Bakurê Kurdistanê naxwaze, lê belê sîstema kantonan li Tirkiyê dixwaze.
Kovareke Ingilîzî navdar di hejmara xwe ya vê heftiyê de dosyek li ser kurdan û daxwazên wan belav kiriye û li gora ku kovar dibêje, Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk gotiye, PKK ya nû ne weke ya berê ye û ew li şûna serxwebûnê di nava Tirkiyê de sîstema kantonan dixwazin.
Li gora kovarê kurdên Iraqê li ser riya serxwebûnê ne lê rola PKK hatiye guhertin.
Rûdaw
