9:51:06 AM
RojavaNews :Raperîna miletên Îranê dijî hikȗmetê ȗ gendelî, dizî, aborî û siyasî ku dike,ȗ rewşa milet ji hemî aliyên jiyana wan a rojane ȗ herdem ve ku miletên Îranê tê de dijîn ,ȗ ji ber azadî qet tê de tine ȗ nerîn her binpî dibe, raperîn pê ket, bajarên ku destpêkê bi raperînê rabȗn li pey hev wisa bȗn:

Yekem roj:
Meşhed-Nîşabȗr-Kaşmir
Duyem Roj:
Li bajar ȗ deverên Bakur ȗ Rojavayê Îranê belav bȗ:
Meşhed-Nîşabȗr-Kaşmir-Şahrod-Bîrcend-Nȗ Şehir-Tebrîz-Tehran-Kirmanşah-Reşt-Sarî-Qum-Ormiyê-Erdbîl-Mehabad-Qayim Şehir-Ahwaz-Şîraz-Xurm Abad-Asfehan-Semnan-Hemedan-Arak-Tişalos-Sipzwar-Kerc-Melayir-Yasoc-Qotşan-Miyando Ab-Turkmen Sehraa
Sêyem roj:
Raperîn li piraniya bajar ȗ deverên Îranê yên li Bakur ,Orte-Rojava fireh ȗ belab bȗ.
Deverên ku bi piranî lê belav bȗ, ev bȗn: Meşhed- Asfehan- Kermanşah -Qum- Tehran- Ahwaz- Reşt-Hemedan-Şîraz-Xendrî Can-Îze
her weha ev heftiyek li ser derbas bȗye ȗ hîn jî berdewam e.

Girtî:
Li gor jêderan hejmara girtiyan ta roja Sêşemê gihişte navbera:
ji663 ta1000 girtî yî
Li Tehranê bi tenê:
450 -di zindana Êvîn de
100 di zindana bajarê Arak ya parêzgeha Merkezî de
3 Hemdan
4 Azar Şehir
25 Kaşan
10 Ormî
11 Ribat Kerîm

Şehîd
Li gor ku çalkvan ȗ Opozisyona Îranê belav kir:
Ji 28ê Berçileya 2017an ta 2ê Çileya 2018an
30 Şehîd bi çekên rêjîm ȗ Pasdarên Îranê bȗ ne qurbaniyê raperînê,bajarên ku tê de şehîd ketin ev in:
Meşehed-Hemdan-Asfehan-Nȗr Abad-Qedrîan-Şahîn Şehir-Tiwîsirkan-Îdic
ta roja 31ê Berçileya 2017an(4em roja Şoreşê) :
14 kes şehîd bȗn,jiwan:
5 kes li Meşehedê
2 kes li Îdicê
18 kes ji 1ta 2ê Çileya 2018an şehîd ketin…

Siloganên di Raperîna Miletên Îranê de hatine gotin ȗ hildan:
Xortên Îranê rabin ȗ netirsin em tev bihev re ne
Bimre dektator
Bimre Rȗhanî
Bi me bifikrin
Ji Sȗriyê derkevin
Ne Xezze ȗ ne Lubnan giyanê me jite re Îran
Ji sedemên herî germ ji pêxestina raperînê
Eşkerebȗna doseyên mezin yêgendeliya hikȗmetê
Ragihandina Banka Merkezî girtina gelek saziyên pereyan ku xwediyên wan kes ȗ zaroyên berpirsên hikȗmeta Îranê ne.
Heman saziyan perê bi 100ên hezaran ji welatiyan ku perên xwe liba wan bikar tannin paşguh xistin ȗ li wan venegerandin
Tevî ku Îran dewlemende bi rewşa xwe ya sirȗştî ji ber ew mestirîn jêdera petrol ȗ xazê ye,lê milet:
25 000 000 di feqîrîyê de di jîn
Bêhtir ji nîvê miletê Îranê bi pêwîstiya alîkariyên hikȗmetê ne
Rêjeya betaliyê di sala 2017an de gihşt e 12.4%,bi zêde bȗna 1.4% beramberî sala bihȗrî ya 2016an
Hikȗmeta Îslamî ya Îranê rewşa miletê Îranê bipiştguh dixe ȗ piştevaniya 60Milîsên Şîî ji regezên Evxazanistanî,Îraqî,Libnanî di ke,ku mil bi mil bi rêjîma Sȗriyê re ji destpêka şoreşa Sȗriyê şer dikin

Piştevaniya milîsên Hiȗsî li Yemenê dike
Piştevaniya milîsên Hizbuleh a Lubnanê bi çek ȗ pera di ke.

Xerciya hikȗmeta Îranê di piştevaniya leşkerî ȗ ewlehî ya herêmê de gihişte bêhtir ji
3Tirlyon Dolar
Li Sȗriyê bi tenê salane 15 000 000 Dolar di de

Biwateya ji 2013an ve 75Milyar da ye
Hin helwêstên herêmî ȗ navdewletî:
Amerîka :piştevaniya xwepêşandan kir,ȗ girtina xwepêşanderan şermezar kir.

Donald Tramp:Rêjîma Îranê hov e,pereyên Barak Obama dan e hikȗmeta Îranê,tev ji teror ȗ berîkên serkirdeyên rêjîmê re çȗn.

Yekîtiya Ewropayê(Mogrînî):me pêwendî bi hikȗmetê re kirin e ,divê hikȗmta Îranê rêz li mafê xwepêşanderan bi xwepêşandanên aştiyane bi ke.

Rȗsiya:ev bȗyerên li Îranê çê dibin nerazîbȗneke civakîye,wê bidawî were,daxwaz ji welatiyên xwe yên li îranê kir ku dȗrî bȗyeran bi bin.
Tirkiya:baweriya me bi hikȗmeta îranê heye ȗ ew ê van bȗyeran çareser bi ke.

Opozisyona Sȗriyê(Îtîlaf):em piştevaniya tevahiya mletên Îranê dikin,ev rêjîm pêl maf ȗ azadiyê kiriye,serkeftin her wê ji miletan re be.

ENKSê:piştevaniya raperîna miletên Îranê kir,bi teybet miletê Kurdistana Îranê,ku qelenê herî mezin derbarê şofîniya hikȗmeta Îranê daye,hikȗmeta îranê sitemkar e,em azadiyê ji tevahiya miletan re dixwaz in.

Berîtaniya:wezîrê derve yê Berîtaniyayê Borîs Conson:Mixabin ev hejmara kuştiyan di van bȗyeran de çêbȗ,em daxwazê ji hemî aliyan di kin tundî ȗ şer nekin ,em bihêvî ne rêz li zagonên mafên mirovan yên navdewletî bi kin,pirsên xwepêşanderan ji mafê wan e .

Ji şoreşên miletên îranê berî niha :
Şoreşa kesk sala 2009an-xwepêşandanên sala 2011an-raperîna Mehabadê sala 2015an.

R-E.U
