1:18:14 PM
RojavaNews: Duh Yekşemê 7 . 1. 2018, Desteya Darayî ya ser bi PYDê ve, li bajarokê Girkê Legê ya Kurdistana Sûriyê belavok li ser welatiyan belav kirin, û tê de hatibû, ku divê welatî bacan wek bacên dahatê ji sala 2017an de bidin.
Welatiyê bi navê Gulal Liyanî ji RojavaNews re ragihand, ku Desteya Darayî ya ser bi PYDê ve belavok li ser xwediyên dukan, otomobîl, kompanî û bazrganan belav kirin, ji her aliyekî re pereyên ku divê bide PYDê destnîşan kiriye, û her kesê ku bacan nede wê wî veguhêze Dadgeha Darayî, û bi darê zorê wê jê wergirin.
Ev ne cara yekê ye, ku PYD bacên wiha li ser welatiyên Kurdistana Sûriyê disepîne.
