Salvegera sêyem a pakrewanê pêşmerge Besam Xelef hate vejandin
Salvegera sêyem a pakrewanê pêşmerge Besam Xelef hate vejandin

Salvegera sêyem a pakrewanê pêşmerge Besam Xelef hate vejandin

9:28:03 AM

RojavaNews: Roja Yekşema bihûrî  7.1. 2018, malbata pakrewan pêşmerge  Besam Mihemed Xelef salvegera sêyem a kurê xwe li gundê Girziyaretê Çolê yê ser bi bajarê Girkê Legê vejand.

Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê , nûnerê Dezgha Şehîdên Kurdistana Sûriyê û xelkên gund  di merasîma vejandinê de amede bûn.

Bavê pakrewan Besam, bixêrhatina mêvanan kir, û tekez kir ku ew ê berdewam be li ser rêbaza Kurdayetiyê ta ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bigihe mafên xwe.

Besam Xelef û sê hevalên wî (Emgiyan Badînî, Xemgîn Qedrî û Basil Hacî)  li Nahiyeya Tilehferê, roja 7.1 . 2015an de şehîd bûn.