Li Hewlêrê ENKSê bi Konsulê Rȗsyayê re civiya
Li Hewlêrê ENKSê bi Konsulê Rȗsyayê re civiya

Li Hewlêrê ENKSê bi Konsulê Rȗsyayê re civiya

3:27:12 PM

RojavaNews: Şandeke Encumena Niştimanî a Kurd li Sȗriyê îro li hewlêrê seredana Konsulxaneya Rȗsiyê kir.

Roja Çarşemê ,10ê Çileya 2018an,her du endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştimanî a Kurd li Sȗriyê ENKSê, Îbrahîm Biro ȗ Ismayil Hesaf ,seredana  Konsulxaneya Rȗsiyê li Hewlêrê kirin.

Di seredanê de şanda ENKSê bi her yek ji konsul ȗ cîgrê konsulê  Rȗsiyê re li Konsulxaneyê, civîn .ȗ mijara herî sereke di civînê de ,gotȗbêj li ser kongreya Soşî hate kirin.

Endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê , Îbrahîm Biro,di lêdwaneke teybet de ji RojavaNews re ragihand:” ENKSê nerîna xwe ji Konsulê Rȗsiyayê re daxuyanî ,em dixwazin ku Netewên Yekbȗyî li kongreya Soşî beşdar bibin,ȗ kongre dibin çavdêriya wan de be ,da ku rewabȗneke navdewletî bidest bixe.”

Ji bo bêhtir pêzanînan lê vedyoyê temaşe bikin :


Media