Li Almaniyayê Nûneratiya Encumena Niştimanî a Kurdî civîna xwe ya asayî kir
Li Almaniyayê Nûneratiya Encumena Niştimanî a Kurdî civîna xwe ya asayî kir

Li Almaniyayê Nûneratiya Encumena Niştimanî a Kurdî civîna xwe ya asayî kir

1:34:52 PM

RojavaNews :Roja Yekşemê, 14ê Ҫileya 2018an, Nûnratiya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ENKSê li Îsin a Almaniyayê, civîna xwe ya asayî lidar xist,piştî ku civîn bi dawî hat ,matemîniya du şehîdên Pêşmergeyên Roj hate kirin.

Berî ku nûneratiya Ewropa ya ENKSê civîna xwe destpê bike ,bîstikek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kûrdistanê ,şoreşa Sûriyê û lê pêşiya wan de serkêşê pakrewanan Barzanî yê Nemir hate rawestandin.

ENKSê di civîna xwe de ,rewşa rêxstina xwe,çalakiyên hatine kirin ji aliyê wan ve di demên bihûrî de,çawaniya pêkanînê,encam,pilana paşerojê bi endam û kadirên xwe re gengeşe kir.

Nûnratiya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek li ser civîna xwe ya asayî belav kir û got:" Nûnratiya Ewropa ya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ENKSê ,hejmarek biryar der xist û programek ji bo çalkiyên xwe yên nû bo xizmeta pirsgrêka Kurdî û miletê Kurd bi ke ,di dema bê de danî."

ENKSê di daxuyanê de berdewam kir:"Em li ser rewşa siyasî û helwêst û biryarên ku Encumena Niştimanî a Kurdî derbarê hevdîtin û kongreyên têde beşdar bû yan kirin,bi hûrane li ser rawestiyan û me pêwîstiya piştevanî û bikaranîna helwêstên ku Emîndariya Giştî ya ENKSê tekez kir.

Nûnratiya Ewropa ya Encumena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê ENKSê, di dawiya daxuyaniya xwe de ,destnîşan kir"pştî civîna me bi dawî hat, ENKSê bi matemîniya her du pakrewanên Pêşmergeyê Roj ,evser (Mulazim Ewel)Fixredîn Mihemed Emîn û Mihemed Mehmûd ,yên bi xwîna xwe xaka Kurdistanê avdan,ra bû ,û sersaxî ji malbatên wan re xwest.