Bexda ȗ Kurdistan li ser destpêkirina  hatȗçȗna Firokeyan li firokxaneyên Kurdistanê lihev htin
Bexda ȗ Kurdistan li ser destpêkirina  hatȗçȗna Firokeyan li firokxaneyên Kurdistanê lihev htin

Bexda ȗ Kurdistan li ser destpêkirina  hatȗçȗna Firokeyan li firokxaneyên Kurdistanê lihev htin

6:22:24 PM

RojavaNews :Hin jêderên hikȗmî ,ku ji nêzîk ve ev mijar şopandin e,ragihandin,ku şandeyeke Bexdayê îro seredana Hewlêrê kir,ȗ bi wezareta vegueztinê ya Herêma Kurdistanê re ,li ser rakirina qedexekirina Navdewletî li ser firokxaneyan ,lihev hatin.

Jêderan got:” Roja Duşemê,15ê Çileya 2018an, şandeya Bexdayê ȗ wezareta vegueztinê ya Herêma Kurdistanê,li hevhatinek li ser rakirina qedexekirina Navdewletî li ser firokxaneyên Hewlêr ȗ Silêmaniyê kirin, ȗ çawaniya çalakkirina lihevhatinê bi hev re gengeşe kirin .“

Jêderan berdewam kir:”Her du aliyan peymanek nivîsîn ȗ li ser imze kirin .”

Jêderan bal kişand:”ev peymana nivîskî wê ji serok wezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî re werê hildan.“

Jêderan amaje bi wê yekê kir :”Ew peymana hat e imze kiein ,tekez dike ku ti pirsgirêk derbarê rakirina qedexekirina navdewletî li ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê ,tine ye .”

Qedexekirina asîmanî li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikȗmeta Bexdayê ve ,di 29-9-2017an ve hate sepandin,piştî encamên rêfrandoma serxwebȗna Kurdistanê ,ku gelê kurd li Başȗrê Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesȗd Barzanî kirin,ȗ bi encama 92.27% bi belê biser ketin.

E.U