PYDê hin yasayên leşkeriya neçar serast dike
PYDê hin yasayên leşkeriya neçar serast dike

PYDê hin yasayên leşkeriya neçar serast dike

 8:34:48 PM

RojavaNews: Rêveberiya sepandî ya PYDê hin serastkirinên yasayên xwe yên ne rawa di derbarê leşkeriya neçar de kirin, û li gorî wê serastkirinê lêborêna erkê leşkerî bi awayekî herdem bi giştî nehat hêştin.

Li gor wê serastkirina PYDê, ciwanên ku ji ber xwandina xwe ya zanîngehê dikarin dema leşkeriya xwe ya neçar paşve bixin, eger du salan li dû hev di sala xwe ya xwandinê de biser nekevin, nema tên bihûrandin ji erkê leşkeriya neçar û paşvexistin namîne.

 Li gorî wê yasaya serastkirinê, ku ciwanê tekane ji dayîka xwe li gor temenê dayîkê tê bihûrandin ji leşkerîya neçar, û PYDê malbatên şehîdan jî li xwe girt, ku ciwanê birayê wî di şer de jiyana xwe ji dest dayî ye ew tê bihûrandin ji leşkeriyê, û malxûyên malan têne bihûrandin ji leşkerîkirinê di yek rewşê de ew jî eger birayê wî di temenekî jêrî heştde salî de be.  

Encûmena Sûriya Demoqratîk ji aliyê xwe ve bi behaneya ku erkê leşkerî erkekî civakî li hember civakê ye, ku bi wê ristegotinê rawatiyekê dide neçarkirina ciwanan ji bo tevlîkirin di nava hêza xwe ya çekdarî de wek çavdêr dibînin.  

Derbarê xwebexşên di nav çekdarên PYDê de li gor serastkirina nû  ya yasayên  leşkeriya PYDê ew xwebexşên berê derbsbûne heft salan ji kar di nav YPGê de nayên bihûrandin yan jî divê biryareke fermî ji serkirdayetiya PYDê  bi dest xwe ve bînin. û derbederên deverê jî bi wan serastkirinan pabend dike ku berî ciwanên derbererên Ereb karibin dema pênc salan xwe ji leşkeriya neçar dûr bixin.

Welatiyên deverên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo PYDê ji aliyê rêjîmê ve hatine radestkirin yên ku regezname an mafê neştecihbûnê li welatên din bidest xistine dikarin tenê du salan  leşkeriya xwe paşve bixin û divê bi lez tevlî leşkeriya PYDê bibin.

Berî niha PYDê ciwanên derbeder neçar dikirin li ser dandina bacan, lê ew yek nema û ew ciwan nikarin xwe ji leşkeriya PYDê bikirin.

Qadî