1:25:07 PM
RojavaNews: Di çarçoveya gera nû ya danûstandinên aştiyê li viyenayê, şandeyeke Opozisyona Sûriyê gihişt Almaniyayê û hevdîtinek bi berpirsên doseya Sȗriyê di wezaret Derve ya Almaniyayê re kir.
.

Endamê Desteya danûstandinan a Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, Hewas Egîd , Roja Şemiyê ,20ê Çileya 2018 ,Derbarê seredana şandeya Opozisyona Sûriyê bo welatê Almaniyayê ji RojavaNews re ragihand:” me hevdîtinek bi berpirsên doseya Sȗriyê di wezaret Derve ya Almaniyayê re ,di nav wan de ,wezîrê Derve yê Almanyayê ȗ cîgirê rawêşkara wezîrê derve yê Almaniyayê re kir ,.”

Egîd diyar kir ku “rewşa kurdî bi giştî, bi teybet rewşa Efrînê û pêşhateyên dawî derbarê gef û topbarankirina Tirkiyê ji Efrînê re , hate gengeşe kirin.”
Egîd tekez kir, ku wan di hevdîtinê de gotiye” pêwîste deverên sînorî cehne arambin, û beşdariya çekdarên Opozisyona Sûriyê bo Efrînê wê şerekî kurdî- Erebî pê bixe.
Her weha Egîd amaje bi wê yekê kir,ku di civênê de ,pirsa Kongreya Hevdîtina Niştimanî ku wê di dawiya vê mehê de li Viyeneyê were li darxistin ,hate gengeşekirin.
