Serok Barzanî daxuyaniyek derbarê rewşa Efrînê belav kir
Serok Barzanî daxuyaniyek derbarê rewşa Efrînê belav kir

Serok Barzanî daxuyaniyek derbarê rewşa Efrînê belav kir

11:53:05 AM

RojvaNews: Serok Mesûd Barzanî peyamek derbarê êrîşên Tirkiyê li ser bajarê Efrîna Rojavayê kurdistanê belav kir.
 Di peyama xwe de ku roja 22-1-2018an de hate belavkirin ,serok Mesûd Barzanî dil giraniya xwe bijiyand ji destdana welatiyên Efrînê di encama êrîş , topbarankirin û bombebarankirina artêşa Tirkiyê û çend aliyên din nîşan da.
Serok Barzanî di peyamê de hêvî kir, ku êrîşa tirkiyê li ser bajarê Efrînê bi zûtirîn dem werê rawestandin, da ku şer berfereh tir ne be .
Di dawiya peyamê de, serok Mesûd Barzanî daxwaz kir, ku kêşe bi aştiyane bêne çareserkirin, ji ber bi şer û bikaranîna hêzê, kêşe kûrtir dibe.