Artêşa Tirkiyê di topbaranên xwe de li ser Herêma Efrînê berdewam e
Artêşa Tirkiyê di topbaranên xwe de li ser Herêma Efrînê berdewam e

Artêşa Tirkiyê di topbaranên xwe de li ser Herêma Efrînê berdewam e

 

1:43:45 PM

RojavaNews: Îro roja 5em Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi Tirkiyê ve gund û navçeyên HerêmaEfrînê topbaran dikin û di encama topbaranan de  birîndar û gelek ziyanên madî hene.

Jêderekî taybet ji devera Raco ji RojavaNews re ragihand: “ Îro, Çarşemê, Artêşa Tirkiyê bi sê mûşekan navenda navçeya Raco topbaran kir û ji ber topbaranê birîndar û gelek ziyanên madî hene.”

Heman jêderê got, “ Îro, hêza Tirkiyê topbaranên xwe dubare li ser gundê Memala, yê ser bi navçeya Raco ve bi 10 Mûşekan kir û ziyaneke gelek  giran gîhab[  mal û milkên wê deverê, bê ragihandina  kuştî û birîndaran.”

Jêderekê ji gundê Mîdankê got, Artêşa Tirkiyê bi topên xwe yên giran derdora bedava Meydankê bi sê mûşekan topbaran kir, bê ku ziyan bighe bandavê, lê ziyan tenê madî bûn.”

Li gorî jêderên taybet ji nevçeya Şiyê, “peydakirina cêgiriyekê li derdura gundên nevçeya Şiyê, ji bilî topbaran li ser çiyayên derdora Şiyê û derdora gundê Çeqela berdewam e, û ji ber topbaranê welatiyên wan deveran di jêrzemînan de dimînin.”  

Dewleta Tirkiyê  operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê ragihand û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye,lê tenê riya Nublê bi aliyê Helebê ve  vekiriye, ew jî bi bacên girnan li ser welatiyan tên e  sepandin.

Qadî