11:46:28 PM
RojavaNews: Rêxistina Libnanê ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya(PDK-Sê) li pêş Komisyona Yekîtiya Ewropayê mangirtinek bi rêvebir, û nameyek radestî Komisyona Yekîtiya Ewropayê li Beyrûtê kir, û daxwaza rawestandina êrîşa artêşaTirkiyê li ser Efrînê kir.
Jêderekê li bajarê Beyrûtê ji RojavaNews re ragihand: “Îro welatiyên Kurd ên li Libananê, li Beyrûta paytext li pêş Komisyona Yekîtiya Ewropayê mangirtinek bi rêvebir û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir, û daxwaza rawestandina êrîşa artêşaTirkiyê li ser Efrînê kir.”
Li gor heman jêderê, rêxistina PDK- Sê nameyek radestî Komisyona Yekîtiya Ewropayê kir, û tê de banga rawestandina operasyona li dijî sivîlên *8Efrînê û parastina sivîlan li civaka navdewletî kir.
Operasyona leşkerîya artêşaTirkiyê û hin grûpên bi serTirkiyê ve li ser herêma Efrînê di 20ê vê mehê de destpê kir, û ta vê demê şer berdewam e, û ji ber topbaranan bi dehan kuştî û birîndar hene, û gelek mal û milkên welatiyan hatine wêran kirin.
