Li Dêrikê ENKSê xwepêşandanek bo piştevaniya Efrînê lidar xist
Li Dêrikê ENKSê xwepêşandanek bo piştevaniya Efrînê lidar xist

Li Dêrikê ENKSê xwepêşandanek bo piştevaniya Efrînê lidar xist

6:42:26 PM

RojavaNews :Li ser daxwaza Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî a Kurdî ENKSê, xwecehiya Dêrikê ya ENKSê,roja Pêncşemê ,1ê Sibata 2018an,xwepêşandanek bo piştevaniya miletê kurd li Efrînê,ȗ şermezarkirina topbarankirina Tirkiyê ,ȗ êrîşa çekdarên islamî ku di bin navê "Leşkerên Azad” de Kurdan di kujin, lida xist.

Xwepêşanderan ji  Netewên Yekgirtî xwest  ku parastina sivîlan bi ke,ȗ alîkariyên mirovî ji miletê Kurd re li Efrînê pêşkêş bike.

 Encumena Niştimanî a Kurdî li Sȗriyê ENKSê,ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser devera Efrînê ,di bin sîwana şerê xwe bi “Yekîniyên Parastina gel YPGê” de ,ev şer şermezar kir,ȗ derkete xwepêşandanan.