16:43:22
RojavaNews: Duh, Pentagon radighand û daxwaz ji Tirkiyê kir ku divê Tirkiyê xwe ji kuştina welatiyên sivîl yên rojane dibine qurbanî dûr bike.
Peyvdara wezareta derve a Amarîka Dana White di derbarê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê ragihand, ew bi berdewamî digel Tirkiyê li ser xetê ne da ku rewşê aram bikin û eşkere kir ku, wan daxwaz ji Tirkiyê kirin e xwe ji kuştina xelkê sivîl di bombaranên rojane de li ser Efrîna aram dûr bikin.
Herweha Peyvdara wezareta derve ya Amerîka ragehand, ew Tirkiyê wek hevpeymanek xwe yê giring dibînin û hevrêziya digel Enqere di şerê li dijî terorê de berdewam bibe.
Dewleta Tirkiyê ya dagîrker operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê ragihand û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, û hejmara qurbaniyan roj bi roj zêde dibe, tevî kêmbûna pêdiviyên jiyanê.
