Parêzerê Hesekê ȗ serkirdeyên El-Be,is seredana Qamişlo kirin
Parêzerê Hesekê ȗ serkirdeyên El-Be,is seredana Qamişlo kirin

Parêzerê Hesekê ȗ serkirdeyên El-Be,is seredana Qamişlo kirin

8:37:09 PM

RojavaNews: Parêzerê Hesekê, di gel hejmarek serkirdeyên dezgehên ewlekariya rêjîmê, partiya Be’is û hin sivîl,serdana bajarê Qamişlo kir.

Bi mebesta şopandina rewşa xwendinê û dezgehên xwe ,parêzerê rêjîma Esed,li Hesekê ,Cayiz El-Mûsa ,li nava bajarê Qamişlo, yê Rojavayê kurdistanê ,ku PYDê dibêje, wê bajarê Qamişlo û bajarê din yên rojavayê kurdistanê ji destê rêjîmê rizgarkirine, geriya,ȗ  serdana hejmarek dibistan û dezgehan kir.

Ji havîna sala 2012an ve ,seredanên berpirsên rêjîmê ta li ser asta wezîr û berpirsên pile bilind yên partiya Be’is ranewestane,  berdewam çalakiyên xwe lidar dxin ,hevdem ku PYDê dibêje tu çalakî bê moleta wê nayên lidarxistin.