9:58:41 PM
RojavaNews:Karwanên hin grûpên çekdar yên ser bi “Artêşa Azad “ve, ji Idlibê derketin, û derbasî Tirkiyê bûn, û berê xwe dane Herêma Efrînê ,da beşdariyê li şerê Efrînê dijî çekdarên “Yekîneyên Parastina Gel YPGê“,bikin.
Jêderine leşkerî li Efrînê gotin, ku karwanine hin grûpên Îslamî mîna “Tevgera Nûredîn el-Zinkî” û “Feyleq el-Şam” û çekdarên ji “Leşkerê Idlib yê Azad” roja Yekşemê di xala Kefer lûsînê ,li Bakurê gundewarên Idilbê derketin, û derbasî Tirkiyê bûne, da beşdarî operasyona leşkerî bibin.
Di dema derbasbûna wan karwanên leşkerî ji bo şerê Efrînê de, hin malperên aligirên rêjîma Sûriyê, belavkirn ku ,şerê hêzên Sûriyê dijî Idlibê hatiye rawestandin û ew Herêm radestî hêzên leşkerî kirin e,ji ber bicîkirina xalên li ser rêya sereke ya (Heleb – Mueret Elnuman).
“Y P Gê “l ji aliyê xwe ve ,daxwaz ji Anqerayê kir ku divê Tirkiyê êrîşa xwe li ser Efrînê rawestîne û got, “Operasyona Şaxa Zeytûnê” êrîşeke li dewleteke cîran e û dagîrkera xaka wê dewletê dagîr dike.
Çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya dewleta Tirkiyê operasyona xwe ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê di 20ê meha bihûrî de destpê kir û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e û Herêma Efrînê bi giştî dorpêçkirî ye, tevî zêdebûna hejmara qurbaniyan û kêmbûna pêdiviyên jiyanê.
