Hejmarek rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bangewaziyek bo çareseriya Efrînê belav kirin
Hejmarek rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bangewaziyek bo çareseriya Efrînê belav kirin

Hejmarek rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bangewaziyek bo çareseriya Efrînê belav kirin

1:33:39 PM

RojavaNews:Hejmarek rewşenbîr , mafkar ,mamoste ȗ çalakvanên Rojavayê Kurdistanê ,di navwan de hin kes ȗ endamên berê di Asayîş ȗ komînên PYDê de,bangewaziyek bo çareseryeke pirsgirêka Efrînê,belav kirin .

Di bangewaziyê de hatiye belav kirin ku” ji ber siyasetên serkirdeyên Qendîlê ku PYDê bi rêv dibin,efrîn bȗye qurbaniya wan ȗ tirkiyê,lewra dive ew ji Efrîn derkevin,ȗ hikȗmeta tirkiyê şerê xwe rawestînê,ȗ aştiyê ragihîne,ȗ derbasbȗna çekdarên “Leşkerên Azad” qedexe bibe.

Xalên bangewaziyê ev in:

Derketina hemȗ endamên ne xwediyê cih ,dinav wan de ,serkirdeyên Qendîlê,ji Efrînê ,hate kirin.

Dive PYDê girêdana xwe ji aliyê Qendîlê ve veqetîne,ȗ vê yekê di ragihandinê de ,ragihîne.

Dive PYDê ji deverên Ereban derkeve,ȗ birêveberiya wan deveran ji xelkên wê re bihêle.

Birêveberiya Efrînê ji desthilateke sivîl ȗ serbixwe ji hemȗ xwediyên  Efrînê pêkhatî,were radest kirin.

Efrîn ji şerê li Sȗriyê,were dȗrxistin ,wek bajarekî aştiyane ȗ bê alî.

Piştî derketina serkirdeyên Qendîlê,ȗ kesên ne xwediyê cih ji Efrînê,dive Tirkiyê şerê xwe yekser rawestîne ,ȗ aştiyê ragihîne.

Piştî derketina serkirdeyên Qendîlê,ȗ kesên ne xwediyê cih ji Efrînê,dive derbasbȗna “Leşkerên Azad” di Efrînê de ,qedexe be,ȗ aştî bi riya komîteyeke lihevhatinê bi hawîrdorê Efrînê re were ragihandin.

E.U